Hesekê .. Biryara rawestandina mûçeya 581 karmendî hatiye der

Hesekê .. Biryara rawestandina mûçeya 581 karmendî hatiye der

Sep 04 2018

ARK NEWS .. Wezareta rêveberiya xwecihî û jîngeh di rêjîma Sûriyê de biryareke derbarê rawestandina mûçeya hijmarek ji karmendên rêveberiya perwerdeya parêzgeha Hesekê derxist.

Li gorî biryarê ku duh 3/9/2018 kopiyek gehişt ARKê têde biryara rawestandina mûçeya 581 karmendî ji rêveberiya perwerdeyê li Hesekê hatiye der .

Heman biryarê eşkere kir ku sedema rawestandina mûçeyên karmendan ew e ku bi biryara yedeke leşkeriya rêjîmê pabend nebûn .
Ş.E

737