Kurdistanî salvegera 8an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm bi bîr tînin

Kurdistanî salvegera 8an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm bi bîr tînin

Jan 16 2023

ARK NEWS... Di 16ê Çileya 2023yan de salvegera 8an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî ye, ku ji ber birînên xwe di şerê dijî DAÎŞê li dibistana Xerayic li qezaya Tilefir, şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî, di nexweşxaneyeke Duhokê, di 16/1/2015an de şehîd bû, piştî ku bi her çar şehîdên Pêşmerge Emgiyan Badînî, Besam Mihemed Xelef, Basil Hacî û Xemgîn Xelîl Osman, ji aliyê DAÎŞê ve hatibû armanckirin.

Ew her çar şehîdên navbûrî yekser şehîd bûn, lê şehîd Welat ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin da ku çareya xwe bibîne, lê ji ber birînên xwe piştî çend rojan şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî, ji şêniyên bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û li bajarê Zaxo bi xak hat spartin.

Ş.E

58