QSDê zarokeke 16 salî revand

QSDê zarokeke 16 salî revand

Jan 09 2023

ARK NEWS... Hêzên Sûriya Demoqratîk li kampên Şahbayê yên koçberkiryên Efrînê, zarokeke kurd revand.

Zaroka kurd Elîf Osman jidayîkbûna 2007an e, di 7ê Çileya îsal de hatiye revandin, û ji bo leşkergehên QSDê hatiye birin.

Elîf Osman ji şêniyên gundê Holîla yê bi ser navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji dema ku hatiye revandin ta sazkirina vê nûçeyê tu agahî û zanyarî li ser tune ne.

Di sala 2019an de Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê bi Netewên Yekgirtî re rêkeftinek îmze kiribû tê de hatibû ku êdî zarokan leşker nake û her zarokek di nava rêzên QSDê de hebe dê serbest berde, lê tişta ku li ser erdê rû dide berûvajî naverokê rêkeftinê ye, her dem zarok têne revandin û leşkerkirin.

310