Çinîna Kemûn û Kizbere li Hesekê dest pê kir

Çinîna Kemûn û Kizbere li Hesekê dest pê kir

Jun 02 2019

Werzê çinîna berhemên Kemûn û Kizbereyê li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, nexasm li navçeyên başûr û rojhilat yên navçeya Cizîrê.

Rêveberiya çandiniyê ya Rêjîmê li Hesekê ragihand ku vê salê 30 hezar hitktar bi Kemûn û Kizbere û kunciyên reş hatine çandin ku beşek jê ji ber rewşa seqayê têk çû.

Di van salên derbasbûyî de ji ber gelek sedeman mîna kêmbûna teklîfeyan û dema kurt ji bo berhemînanê û peydabûna bazara kirînê li ser asta navxwe rêjeyeke mezin ji cotkaran berê xwe dane çandiniya Kumûn û kizbereyê.

662