Bersivdana mirovî bo ziyandîtiyên erdhejê ne di astê pêwîst de ye

Bersivdana mirovî bo ziyandîtiyên erdhejê ne di astê pêwîst de ye

May 28 2023

ARK NEWS... Piştî derbasbûna nêzî çar mehan ji rûdana Erdheja Şeşê Sibata borî li Rojava û Bakurê Kurdistanê û li hin bajarne Sûriyê û Turkiyê, hîn jî bersivdana mirovî bo ziyandîtiyên erdhejê ne di astê pêwîst de ye.

Di vê derbarê de rêxistina "Shelter Cluster Global" ragihand, ku bersivdana mirovî bo ziyandîtiyên Erdheja Sibata borî li Bakurê Sûriyê ne di astê pêwîst de ye û kêmasî di perepêdanê de heye.

Di raporteke xwe de rêxistinê diyar kir, kêmasî di bersivdana mirovî de bo peydakirina pêdiviyên sereke ji ziyandîtiyên Erdhejê re li Bakurê Sûriyê bi rêjeya 77.5 % heye.

Serbar kir, pêwîstiya piroseyên bersivdanê bi zêdetirî 120 melyon Dolar heye, lê ta niha bi tenê derdora 27 melyonan di vê derbarê de hatiye peydakirin.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, di encama Erdhejê de zêdetirî 5900 kes li Sûriyê û Turkiyê canên xwe ji dest dane û derdora 11 hezar kes birîndar bûne.

Herwiha, Erdhejê ziyan gihaniye derdora 10900 avahiyan jê 1900 avahî bi temamî hilweşiyane.

Rêxistinê diyar kir jî, 53 hezar malbat bê mal mane ji ber ku malên wan bi temamî hilweşiyane, û 170 hezar mal rastî ziyanan hatine li hilneweşiyane.

97