Li seranserî Sûriyê 23 kes ji ber kolêra canê xwe ji dest dane

Li seranserî Sûriyê 23 kes ji ber kolêra canê xwe ji dest dane

Sep 22 2022

RK NEWS... Li deverên cûda cûda li Sûriyê rojane rewşên tûşbûnê bi nexweşiya kolêra têne tomarkirin, ku ta niha bi sedan kes tûşî kolêra bûne.

Wezareta tendirustiyê ya bi ser rêjîma Esed ve ragihand ku ta niha hejmara pêketiyên Kolêra Li seranserî Sûriyê gihiştiye 253 kesan ji koma pêketiyan 180 kes li Helebê , 29 kes li Dêra Zorê , 25 kes li Hesekê , 13 li Lazqiyê , 4 li Himsê û 2 li Şamê .

Wezareta navhatî serbar kir, û got heta niha li Sûriyê jimareya kesên ku canê xwe ji dest dane bi sedema kolêra gihiştiye 23 kesan ji wê hejmarê 20 li Helebê, 2 li Dêra Zorê û yek li Hesekê ye.

290