Çekdarên PYDê zarokeke kurd revand
Sep 12 2022
ARK NEWS... Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê zarokeke kurd 13 salî revand.
Zarok, bi navê Newroz Ibrahîm Ebûd e, temenê wê 13 sal in, li gundê Elqenayê yê Kobanê li gel dabîra xwe dijiya.
Li gorî jêderên ARKê tekez kirine ku zarok sêwî ye, rewşa dabîra wê ne baş e tendirustiya wê xerab e, lewma Newrozê alîkariya wê dikir.
Jêderê tekez dikin ku dabîra wê berê xwe daye dezgeh û saziyên PYDê da ku çarenivîsa wê diyar bike, lê PYDê dan bi revandina wê nekiriye, û red kiriye tu agahiyekê bide.
Dapîra zaroka revandî Newroz banga vegerandina neviya xwe dike.
Ş.E
537
