Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî hejmarek xulên fêrkirinê li Barîka bi dawî kirin

Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî hejmarek xulên fêrkirinê li Barîka bi dawî kirin

Nov 09 2023

Li kampa Barîka ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, duh Çarşemê 8ê Mijdarê, hejmareke xul bi dawî kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn ku bi hevkarî li gel dezgeha (The Stirling Foundation) hejmarek xul li navenda Cegerxwîn ya rewşenbîrî û civakî li kampê bi dawî kirin.

Di wan xulan de, bi dehan jin û keçên penaber beşdar bûn, tê de fêrî dirûtin, ciwankarî û amadekirina xwerinan bûn.

Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî dezgeheke nehikûmî, xêrxwazî û mirovî ye, sala 2005an hatiye damezrandin, baregehra wê ya sereke li Hewlêrê ye, çendîn welat berbelav e alîkariyan pêşkêş dike.

273