Hewlêr... Ciwanekî Dêrikê rastî guleyekê hat û jiyana xwe ji dest da

Hewlêr... Ciwanekî Dêrikê rastî guleyekê hat û jiyana xwe ji dest da

Nov 02 2020

ARK NEWS... Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, penaberekî Rojavayê Kurdistanê bi guleyeke bêserûber canê xwe ji dest da

Roja Şemiyê 31. 10. 2020, li bajarê Hewlêrê penaberê kurdê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Zinar Umer Nasir bû qurbaniya şerê du malbatan û rastî guleyeke bêserûber hat di encamê de canê xwe ji dest da .

Hejmarek çalakvanên kurd dane zanîn ku dema du malbatan li devera Bensilawe ya ser bi Hewlêrê ve bi çekan şer kir, Zinar Umer Nasir di nêzê wan re derbas bû , û guleyeke bê ser û ber lêket û canê xwe ji dest da .

Zinar Umer Nasir xelê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye jidaykbûyê sala 1992an e, Xêzandar e û bavê keçekê ye.

467