Serok Barzanî bi helkefta damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîrozbahî belav kir

Serok Barzanî bi helkefta damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîrozbahî belav kir

Dec 11 2022

ARK NEWS... Bi helkefta salvegera 70 ya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, serok Mesûd Barzanî, îro 11ê Berçileya 2022yan peyamek belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên(Jinên) Kurdistanê!

Bi helkefta (70)heftihemîn salvegera damezrandina Yekîtiya we, Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jin û afretên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê yek ji destkeftên herî girîngên şoreşa mezina eylûl û amrazêke girîng û bi bandor bû ji bo pêgihandin û hişyarkirina jinên Kurdistanê û berfirehkirina beşdariya wan ya li jiyana siyasî û xebata gelê Kurdistanê da û li wê rêyê da Yekîtiya Afretên Kurdistanê ked û xebat û qurbaniyeke zêde jî daye.

Li qonaxa niha de erkê we li rûyê hişyariya niştimanî û pêgihandina jinan û dakokîkirina li mafên medenî û siyasiyên jinan gelek girînge û divê ber bi beşdariyeke çalak ya jinan li jiyana giştî ya civaka Kurdistanê da hebê. Ji wê jî piştrastim Yekîtiya Afretên Kurdistanê her wekî qonaxên berê yê xebata xwe, li paşerojê da jî roleke xwe ya bi bandor û pêşeng li berev pêşvebirina doza rewaya gelê me û bergirîkirina li maf û daxwaziyên jina de dibîne.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim

Mesûd Barzanî
11.12.2022

173