Efrîn .. welatiyekî kurd bi malbata xwe re şehîd bûn
ARK NEWS.. Malbateke kurd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê di dema hewil didan berê xwe bidin Helebê mayinek li gundê Beradê bi wan de teqiya û jiyana xwe ji dest dan .
Li gor çalekvanên Efrînê ragihandin ku di 22/10/2018 her yek ji Mihemed Bîro û hevjîna wî Tolîn Bîro û keça wan di encama teqîna mayinekê de jiyana xwe ji dest dan .
Çalekvanan herwiha dane zanîn ku çekdaran 2 melyon lêre li ser wan sepandbûn û tevî ew pere pêşkêşî çekdaran kiribûn lê carek din astengî ji wan re dirust kirin lewma bû sedema derketina wan ji gund .
Hemûda Bîro û hevjîna wî Tolîn Bîro xelkê gundê Şêxorzê yê navçeya Şera ya Efrînê ne û li gundê beradê yê Şêrawa bûn qurbaniy teqîna mayinan .
Ş . E
630