35 hezar dolar hember serbestberdana welatiyekî Efrînê .
Oct 25 2018
ARK NEWS..Girûpeke çekdar li gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê gujmeyek mezin ji pereyan beramber serbestberdana welatiyekî bi temen sepandine .
Fewzî Hesen cêgirê serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindrêsê di 23/10/2018 ji ARKê re ragihand ku girûpek çekdar li gundê Remedana welatiyê bi temen yê bi navê Mistefa Ednan Sîdo revandiye û pere li hember serbest berdana wî sepandiye .
Hesen herwiha da diyarkirin ku girûpan 35 hezar dolar ji kurê wî yê li Elmaniya xwestine û piştî danûsitandinan pere daxistin 25 hezar dolar û eger ew pere neyê dayîn ew ê wî welatî bikujin .
Ş . E
789
