YPGê sersaxî ji kuştiyên rêjîmê li Qamişlo dixwaze

YPGê sersaxî ji kuştiyên rêjîmê li Qamişlo dixwaze

Sep 16 2018

ARK NEWZ .. Di çarçoveya 7 salên bûrî de çekdarên PYDê bi hijmarek komkujî derheqê welatiyên kurd yên li dijî siyaseta wan de pêk anîne wek komkujiya Amûdê malbata Şêx Henan – Efrîn, Burc Ebdalo- Efrîn,

bûyerên gundên Berbenê yê Efrînê herwiha terorkirina Welat Hisê li Kobanê û malbata Bedro li Qamişlo û gelek bûyerên din û ta niha tu danpêdan yan lêdwan derbarê pêkanîna PYDê ji wan komkujiyan re ne hatiye der .

Piştê şer û pevçûnên Qamişlo çekdarên PYDê di daxwuyaniyekê de dilgiraniya xwe derbarê şerê rûdayî derbirand û bi dilxemgînî behsa bûyerê kir, û di daxwuyaniyê de hatiye ku 8ê vê mehê de pevçûnek bi dilgiranî û mixabin û xemgînî bi nav kir li bajarê Qamişlo rûda têde hijmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn û rewşa tevlîheviyê li navenda bajêr hate afrandin .

Di daxwuyaniya xwe PYDê tekez kir ku wê lêkolîn derbarê sedemên pevçûnan de veke herwiha sersaxî ji kuştiyên rêjîmê re xwest û bang li herdu aliyan kir ku li hevhatina niştîmanî ji xwe re bikin bingeh daku çare ji pirsgirêkirê kir were danîn .

Her di vê derbarê de serkirdeyekî berê yê çekdarên YPGê li Efrînê yê bi navê Rêzan Hido ragihandibû ku Emrîka dixwaze fitneyekê navbera YPGê û rêjîma Esed de dirust bike û tekez ji rojnameya Elweten ya ser bi rêjîmê ve kiribû ku Emrîka li paş şer û pevçûnên Qamişlo bû û tiştên rûdane tawaneke derheqê welatê Sûriyê de.

Pevçûnên Qamişlo di 8ê vê mehê hatibû rûdan têde 7 ji çekdarên ewlekariya navxweyî ya ser bi PYDê ve jiyana xwe ji dest dan herwiha 14 ji rêjîmê hatin kuştin .

Ş.E

697