Dr. Ebdulhekîm Beşar semînarek li Kampa Dareşekran li dar xist

Dr. Ebdulhekîm Beşar semînarek li Kampa Dareşekran li dar xist

Aug 29 2022

ARK NEWS... Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û cîgirê serokê Itîlafa niştîmanî semînareke cemawerî siyasî li kampa Dareşekran ya penaberan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Di semînara xwe de Dr. Hekîm behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê û rawestandina piroseya siyasî kir, û li ser peywendiyên di navbera kurdan û opozisyonê de bi taybetî peywendiyên ENKSê rawestiya. Tekez kir ku nûnerên ENKSê di nava Itîlafê de cihê xwe digirin, û li ser mêza danûstandinan de li Cinêv û formên Navdewletî yên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyê de beşdar dibin da ku di avakirina Sûriya nû de alîkarbin û mafên kurdan yên Netewî biparêzin.

315