6 sal li ser şehîdbûna Hacî Îsa re derbas dibin
Aug 27 2022
Duh, 6 şeş sal li ser şehîdbûna Hecî Îsa û hejmarek ji welatiyên kurd li ser destê rêxistina DAIŞa teror re derbas bûn.
Di 7 Hizêrana 2014an de ciwanê kurd Hecî Îsa ji aliyê DAIŞê ve li gundê Ricîman hat revandin, ji bo zêndanên DAIŞê li Girê Spî, Reqe û Babê hat birin.
Di 26ê Tebaxa 2016an de perçevîdiyoyek li ser torên civakî hat belavkirin tê de rêxistina DAIŞê hejmarek ji welatiyên kurd şehîd kirin di nav wan de Hacî Îsa jî hebû.
Di 1ê meha nehan de termê wî li Reqyê hat dîtin û ji bo zêdê wî li gundê Bîr Nasirê yê bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê hat veguhestin.
314
