Partî serxweşî li Êla Mîranî kir

Partî serxweşî li Êla Mîranî kir

May 18 2020

ARK NEWS... Polîtbiroya Partiya Demoqrata Kurdistanê, îro 18ê Gulana 2020, nameyeke sersaxiyê bi koçadawiya Serokê Êla Mîranî, Ibrahîm Nayif Mustefa Paşa belav kir.

Di nameya ku arastî malbata Paşa kiriye de hatiye: Bi dilekî xemgîn nûçeya koçadawiya keseyatiya navdar û Serokê Êla Mîranî, Ibrahîm Paşa ji me re hat.

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji malbat, kesûkar, hemû endamên êla Mîranî re dixwazin û em hevxemê êşa we ne.

Di dawiya nameya polîtbîroya PDKê de hatiye, Em lava û dûeyan ji Xwedayê Dilovan dikin ku aramiyê bide we û cihê wî bihuşta rengîn be.

Ş.E

484