Mesrûr Barzanî bo xelkê Kurdistanê: We PDK xelat kir
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serkeftina hilbijartina Kurdistanê û serkeftina partiya xwe kir û ji dengderên Kurdistanê re got we PDK xelat kir.
Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” ji bilî pîrozbahiya serkeftinê, ji dengdarên partiya xwe re got: “We hîşt ku dengê we bê bihîstin.”
Herwiha got: “Bi boneya ragihandina encamên hilbijartinê, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim. We hîşt ku dengê we bê bihîstin û wek partiyeke niştimanperwer û xwedî perensîpên niştimanî we PDK xelat kir.”
Mesrûr Barzanî îçamaje bi bangeşeya partiya xwe bo serxistina lîsta 183 kir û ragihand, ji bo paşerojeke baştir we bêwesta kar kir û her tişt bexşand.
Hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê roja 30î Îlona bûrî birêve çû, şeva bûrî jî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê encamên dawiyê yên fermî ragihand û li gor encamên dawiyê PDK 45 kursiyên parlemantoya Kurdistanê misoger kirin.
761
