Efrîn .. Agir heşt demijmêran vêketî bû .
ARK NEWS .. Aagirek bihêz bi daristanên navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket û ziyanek mezin gihand darên merxên bajêr .
Li gor dîdevanekî ji bûyarê re ji ARKê re ragihand ku duh 19/10/2018 bi şevê derdora demijmêr 8ê êvarê agirek bihêz bi darên taxa Mehmûdiyê ji aliyê bazara paz ve ket, herwiha li ciheke din li ser riya gundê Êndarê li nêzîk goristana Kersanê ket .
Wî dîdevanî ku nexwest navê wî were eşkerekirin tekez kir ku di despêkê de agir li darên Kersanê hat vêxistin piştre li darên Mehmûdiyê hate vêxistin û tevî derbasbûna çend demijmêran agir vêketî bû û aliyên berpirs tu lev û tevger ji bo vemrandinê nekirin .
Ji aliyê xwe ve jêdereke agehdar îro ragihand ku agir derdora 8 demijmêran vêketî bû û ziyanek mezin gihişt darên merxan yên navenda bajarê Efrînê û tevî xemsariya aliyên berpirs ta niha tu lêkolîn û vekolîn derbarê wê yekê nehatiye vekirin .
Ji despêka derbasbûna girûpên çekdar ji nav Efrînê û bi 100 hezaran ji darên merxan û zeytûnan û darên çiyayî yên navenda bajêr û gundên wê hatine şewtanndin û birîn li gor welatiyên Efrînê ku ew dar têne şewtandin da ku karibin bibrin û ji xwe re bifroşin, beriya niha navenda Idlib ya ragihandinê raportek belav kiribû têde welatiyên Ereb yên Idlibê danpêdan bi wê yekê kiribûn ku daran ji Efrînê ji wan dibirin û ew jî li Idlibê difroşin .
Darên navenda bajarê Efrînê li ser sê beşan e beşa herî mezin ji taxa Zêdiyê ta Mehmûdiyê dighîna gundê Til Tewîlê li xwe digre beşa duyem li Bakurê Efrînê ne li cem çema Efrînê li ser riya gundê Êndarê ne ku nehîniya ciwaniya bajarê Efrînê di wan daran de bû û îro li pêş çavên rêxistinên paristina jînegeh têne şewtandin bê ku tu sînorek ji tawanbaran re were dayîn .
Ş . E
729
