Di 2 mehan de 20 welatyên Kurd li Efrînê hatine girtin
komên çekdar yên bi ser oposizyona Sûriyê ve, nêzîkî 20 welatiyên kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê girtine.
Jêderên xwecihî ji ARKê re dane zanîn di herdu mehên derdasbûyî de 20 welatiyên kurd hatine girtin, piraniya wan jin in, bitemen in, beşek ji wan li hember da ne pereyan hatin berdan.
Navê kesên girtî ev in:
Li bajarê Efrînê roja 27ê Çileyê Polîsên Leşkerî Ehmed Silêman û kurê wî Mistefa girtin.
Di 14ê Çileyê de li gundê Goliya yê bi ser navçeya Raco her yek ji Elî Mehmûd Silêman, Fatme Silêman û Rêhane Silêman.
Di 29ê Çileyê de li heman gundî Zeyneb Silêman 21 salî û xwîşka wê Henîfe ya 20 salî, hatin girtin.
Di 1ê Sibatê de Polîsên Leşkerî 4 welatî li gundê Goliya girtin: Ebdo Mihemed 53 salî, Mihemed Nesan Silêman 57 salî, Mihemed Mistefa Silêman 53 salî û Mistefa Mihemed Bekir girtin.
Di 11ê Sibatê de çekdarên Hemzat Sebrî Hemûş 55 salî û Ebdo Ezet Reşîd 4 salî li gundê Goliya girtin.
Weke Jêderê daye zanîn Hemû welatî li hember pereyan hatin berdan, lê ta niha Rêhane, Fatme, Mistefa Bekir, Sebrî Hemûş û Ebdo Reşdî girtî ne.
Herweha Li gundê Kurzêlê, çekdarên Emşat du xwişkên xwedan pêdiviyên taybet, di 5ê Sibatê de girtin: Nazliya Hemûd 25 salî û Narîna 24 salî, ew jî li hember pereyan hatin berdan.
Li navçeya Mabeta jî Polîsên Leşkerî Zêneb Kiloşo ya 55 salî girt.
Li gundê Metîna yêbi ser navçeya Şera Leman Reşîd Sîdo ji aliyê çekdarên Sultana Murad ve hat girtin, û Li navçeya Raco Elmaz Onbaşî 65 salî ji gundê Hecîka hat girtin.
Roja 9ê Sibatê Rola Hemdo jidayîkbûya 1983yan, li bajarê Ezazê li ser rêbendên Artêşa Niştîmanî hatiye girtin û piştî çend rojan hat berdan.
Di 3yê Sibatê de jî zêrfiroş Hesen Şêxo Şêxo ku ji Meydana ya navçeya Raco ye herweha Ehmed û Mistefa Mihemed ji gundê Şeytana hatin revandin.
Jêdera navhatî serbar kir û got Di 7 Sibatê de Zuhêr Henan ji gundê Keferzîtê piştî teqîna Qada Newroz li Efrînê hat girtin. Ji 27 Çileya ve Mihemed Weqas ji gundê Birîmce girtî ye.
214
