Almanyayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Iraqê da

Almanyayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Iraqê da

Jan 07 2020

ARK NEWS.. Hikûmeta Elmaniyayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Iraqê da.

Duh Wezareta Derve ya Elmaniyayê ragihand ku piştî pesendkirina Perlementoya Iraqê li ser derxistina hêzên biyanî ji Iraqê , welatê Elmaniyayê jî yekser biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Heman Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir û got piştî kuştina Qasim Sûlêmanî alozî navbera herdu welatan de zêdetir bûye û rewş li navçeyê bi giştî têk çûye , û ji bo vegera aramî û hêmeniyê li Rojhelata Navîn wê pirsa milmilanî û aloziyên navbera Emerîka û Iranê de bixin pêş Encûmena Ewlehiya Navdewletî de.

390