Siyamend Haco: PYDê hewl dide tevlî Kiwalisiyona Opozisiyona Sûriyê bibe

Siyamend Haco: PYDê hewl dide tevlî Kiwalisiyona Opozisiyona Sûriyê bibe

Oct 20 2018

Serokê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, Siyamend Haco eşkere kir ku PYD hewl dide tevlî Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê bibe, lê Kiwalisiyon wê napejrîne.

Di beşdariyeke xwe di bultena ARKê de, duh 19.10.2018an Haco rexne li aliyên ku bang li Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dikin ku yekrêziyê bi PYDê re pêk bîne, girt û got: "Tu daxwaza yekrêziyê bi partiyekê re dikî ku bû sedema koçberiya meliyonek kurdên Sûriyê ji welatê xwe, bi sedan çalakvan kuştine, bi hezaran kirine zîndanên xwe, çawa tu dê yekrêziyê bi partiyeke weha re bixwazî".

Haco amaje bi wê yekê kir ku qet ENKS û PYD nabin weke hev, yek desthilat e, ziyanê li xelkê dike, siyaseteke xirab li dijî berjewendiya gelê kurd li Sûriyê birêve dibe, aliyê din girtin pêk neaniye, girûpek ji partiyan e, bi şêweyek ji şêweyên dîmuqratiyê kar dikin, û banga dîmuqratiyê dikin.

Di bersiva pirsiyarekê li ser danîna PYDê weke merc li pêş ENKS ku ji Kiwalisiyonê vekişe ta yekrêziyê pê re bike, Haco eşkere kir ku PYD dixwaze tevlî Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê bibe û bi kesayetine opozisiyonê re ji bo wê mebestê dicive, lê Kiwalisiyon wê yekê napejirîne ji ber nêzîkbûna PYDê ji Rêjîmê re, û got eger ENKS ji Kiwalisiyonê jî vekişe, PYDê yekrêziyê bi ENKSê re pêknayine.

Haco daxwaz ji ENKS kir ku ne tenê mercê serbestberdana girtiyan û vekirina ofîsan ji bo têkiliyê bi PYDê re deyne, û got gerek ENKS daxwaza cudabûna PYD ji PKK jî weke merc bike.

775