Serokatiya ENKSê armanckirina Turkiyê ji sivîlan re li Zaxo bi tundî şermezar kir

Serokatiya ENKSê armanckirina Turkiyê ji sivîlan re li Zaxo bi tundî şermezar kir

Jul 21 2022

ARK NEWS... Îro 21ê Tîrmeha 2022yan, Desteya Serokatiya ENKSê êrîşa Turkiyê li ser havîngeheke Zaxo bi tundî şermezar kir, û bang li her aliyekî kir ku rêzê li xak û serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyeke şermezariyê de got: Roja Çarşemê 20î Tîrmeha 2022yan, yek ji havîngehên Zaxo li parêzgeha Duhokê rastî êrîşeke Turkiyê hat, ku di wê demê geştiyarên ji her devereke Îraqê li wir bûn, û bêhinvedana xwe derbas dikirin. Di encama wê êrîşê de 9 welatî şehîd bûn û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn, ku ew tawan dibe tawaneke zêde ji yên ku xelkê sivîl li deverên sînorî, ji ber operasyonên leşkerî navbera Turkiyê û PKKê de rastî tên, serbarî destdirêjiyên berdewam li ser serwerî û xaka Herêma Kurdistanê.

Desteya Serokatiya ENKSê da zanîn: ENKSê hevdemê ku vê tawana ku kesin bêguneh, ewlekariya herêmê û demsala geştûguzariyê armanc kiriye, şermezar dike, di heman demê de bang li her aliyekî dike ku rêzê li xak û yasay Herêma Kurdistanê bigirin, û nakokiyên xwe ji xaka herêmê dûrbixin, herweha bang li hikûmeta Îraqî dike ku bi erk û berpirsiyaretiya xwe di parastina herêmê û ewlekarî û welatiyên wê de rabe.

Di dawiya daxuyaniya xwe Desteya Serokatiya ENKSê sersaxî ji hikûmeta herêma Kurdistanê re xwest û hêvî kir ku bilez birîndar çareseriya xwe bibînin.

Ş.E


228