NY: Ji sala 2011an ve bêtir ji 300 hezar sivîlî li Sûriyê hatine kuştin
ARK NEWS... Komisyona Bilind a Netewên Yekgirtî ya Mafên Mirovan raportek derbarê binpêkirinên li Sûriyê rû dane belav kir, got ku bihtir ji 300 hezar sivîlî li Sûriyê ji sala 2011an ve hatine kuştin.
Komisyona Bilind a Netewên Yekgirtî ya Mafên Mirovan got, ku sedemên kuştina vê jimara mezin ya sivîlan li Sûriyê çekên cur bi cur, şer û pevçûn, komkujî û çekên giran bûn, serbarî birçîbûn yan jî nebûna pêdiviyên tendirustî bûne sedema kuştina sivîlan li Sûriyê.
Komisyona Bilind a Netewên Yekgirtî ya Mafên Mirovan di raporta xwe de daxwaz ji aliyên nakodar kir, ku pabendiyê bi yasaya mirovî ya Navdewletî bikin, û daxwaz ji rêjîma Esed kir, ku rê li pêşiya gihandina alîkariyan bo tevaya Sûriyê veke.
367
