Serok Barzanî Madalya Barzanî bi hejmarek Pêşmerge û xebatgêr û têkoşerên gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û birîndaran bexşî

Serok Barzanî Madalya Barzanî bi hejmarek Pêşmerge û xebatgêr û têkoşerên gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û birîndaran bexşî

Aug 18 2018

Roja pênçşem 16.Tebaxa 2018 li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî Madalya Barzanî ya ji bo rêzlênana xebat û qurbanîdan û keda wan bi hejmarek Pêşmerge û kesayetî û malbatên şehîdan û nûnerên birîndarên şerê dijî Da'îş û şerê bergirîkirina li ax û niştîman de bexşî.

Li vê merasîmê da Dayika Eyşe wekî nûnerê şehîdên şerê dijî Da'îş û hejmarek ji Pêşmergeyên şoreşa Eylûl û Gulan û xebatgêrên Kurdistanê û nûnerê birîndarên şerê Da'îş û şehîd û birîndarên şerê bergiriya li axa Kurdistanê, ku bi navê gelê xwe qurbaniyê dane, ji aliyê Serok Barzanî ve Madalya Barzanî bi wan hate bexşîn.

Her li vê merasîmê da wekî rêzlênanek ji bo kar û çalakiyên xêrxwaziyan û xizmetkirina koçber û lêqewimiyan Serok Barzanî Madalya Barzanî bexşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û her wiha ji bo bilind nirxandina rola karîgeriya wan li çespandina bingehên asayîşa neteweyî û rola wan ya ber bi çav li şerê dijî terorîstan, Serok Barzanî, Madalya Barzanî bi Birêvebiriya Dijî Terora Kurdistanê bexşî.

679