Encûmena Pîran pirojeya yasaya kişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê red kir

Encûmena Pîran pirojeya yasaya kişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê red kir

Dec 08 2023

Bi piraniya dengan, Encûmena Pîran ya Emerîkî pirojeya yasaya kişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê red kir.

Li gor jêderên ragihandinê, Encûmena Pîran bi 84 dengan li dijî biryara kişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê ku hejmara wan 900 serbaz e deng da, û bi tenê 13an piştgiriya pirojeya yasayê kiriye.

Pirojeya wê biryarê ji aliyê Rand Pol ve di 15ê Mijdara bûrî de hatibû pêşkêşkirin.

Beriya dengdanê, Mîç Makonil serokê Partiya Cimhûriyan di Encûmena Pîran de, di daxuyanyekê de gotibû: "Derbaskirina biryarên weha, mîna pêşkêşkirina diyariyekê ye bo Îran û tora wê ya terorî, ku dixwazin derxsitina hêzên Emerîkî ji Rojhilata Navîn bibînin".

Ev ne çara yekê ye ku yasadanerine Emerîkî hewla kişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê didin, di Adara bûrî de Encûmena Nûneran ya Emerîkî, pirojeya biryarekê bi kişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê di dema 6 mehan de, red kir.

201