Serok Barzanî: Kurdistan li ser rûyê hemû berjewendiyekê re ye

Serok Barzanî: Kurdistan li ser rûyê hemû berjewendiyekê re ye

Apr 29 2023

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya nûnerayetiyên welatan kir
Roja şemiya 29ê Nîsana 2023 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya nûnerayetiyên welatan li Hewlêrê kir ku ji xanima Rosy Cave Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê û birêz Jaco Beerends Konsulê Giştî ya Holanda li Hewlêr û Klaus Streicher Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêr û Tokled Beg Berpirsê Nûnerayetiya Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr û Katrien Kroft Berpirsa Beşa Siyasiya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê pêk hatibûn.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hilbijartinan da danustandina bîr û ramanan kirin û şanda mîhvan ji bilî destxweşiya li diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinê li Herêma Kurdistanê, tekez li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinê û destgirtina bi bihayên demokratik û parastin û bihêzkirina bingehên şerîyetê li Herêma Kurdistanê kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê pêdagirbûna Herêma Kurdistanê bi çanda demokrasî û hilbijartinê ji bo şanda mîhvan xisterû û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê qurbaniyê daye bo ku bi azadî bijî û bihayên demokrasiyê bi cîh bike û li piştî raperîna gelê Kurdistanê li 1991 li bajarê Koye yekemîn car ragihandiye ku pêwîste li şerîyeta şoreşgerî ber bi şerîyeta destûrî ve biçin û hilbijartin bê encamdan.

Serok Barzanî ji bo şanda mîhvan tekez kir ku Kurdistan li ser rûyê hemû berjewendiyeke din e, bi navê parastina şerîyet û bihayên demokrasiyê, pêwîste li Herêma Kurdistanê da îsal hilbijartin di dema xwe da bê encamdan û di derbarê bi babeta çawayiya beşdariya pêkhatan jî ragihand ku pêkhatên Herêmê bi xwe çi biryarek bidin em piştevanê daxwaza wan dibîn.

209