Serok Barzanî: Şer xerabtirîn bijarde ye ji wê xerabtir xweradestkirin e em jî xwe radest nakin
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî îro beşdarî merasîmên nasandina 4 pirtûkên li ser belgekirina şoreşên Barzan de kir tê de gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di merasêmên ku serok Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û seroka Perlemana Kurdistanê, beşdar bûn, gotarek pêşkêş kir.
Di çarçoveya pêşkêşkirina gotara xwe de Serok Mesûd Barzanî ragihand ku Şer pîstirîn û xerabtirîn bijarde ye, ya ji wê xerabtir xweradestkirin e, em jî xwe radest nakin.
Herweha da zanîn ku Herêma Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye damezrandin û bi xwîna rola şehîdan dê were parastin. Derbarê pirsgirêkên bi Bexdayê re got: Bila destûr bibe navbênkar ji bo çareserkirina nakokiyan navbera me û Bexdayê de.
Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de anî ziman ku: Ez şanaz im ku yek ji şagirtên rêbaza Barzaniyê nemir im, xebata Barzan xebateke pîroz e, li ser destê Şêx Ebdulselam û birayê wî Şêx Ehmed ve hatiye damezrandin.
Herweha behsa çîroka şivanê kurd ê ku ji rêbaza Barzanî re wefedar bû kir, û serpêhatiyên sala 1931ê de bi bîr anî.
Derbarê şemla sor got: danîna şemla sor weke rûbirûbûnekê bû, ji ber ku di serê ciwanekî de dîtin û yekeser ew kuşt, lewma ji wê demê ve bû weke rûbûrûbûnek ji Barzaniyan re.
Ş.E
451
