NY: Bêhtirî nîv melyon kes ji Idlibê derbider bûne

NY: Bêhtirî nîv melyon kes ji Idlibê derbider bûne

Feb 06 2020

ARK NEWS... Netewên Yekgirtî derbiderbûna bi sedê hezaran kes ji bajarê Idlibê eşkere kir .

Ajanseke Firensî ya nûçeyan li ser zarê berdevkê ofîsa karûbarên mirovî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve veguhest, ku di heyama du heyvên bûrî de ji ber berdewamiya êrîşên rêjîm û Rûsyê li ser Idilbê bêhtirî nîv melyon kes ji Idilbê derbider bûne .

Weke heman ajansê daye diyarkirin, ku li gorî amarên Netewên Yekgirtî ku piraniya wan derbideran jin û zarok in û serbar kir, ku bi vê hejmara zêde ya derbideran dibe ku mezintirîn pêla derbederiyê ji despêka sala 2011an de û ta niha hatiye encamdan.

598