Tora Sûrî: Li beşê koç û pesportan bêhtirî hezar kes hatine girtin
Feb 29 2024
Raporteke mafnasiyê dibêje li beşê koç û pesportan, 1168 sivîl ji aliyê rêjîma Esed ve hatine girtin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de eşkere kir ku ji Adara 2011an û ta Sibata 2024an rêjîma Esed herî kêm 1912 kes girtine, di nav wan de 21 zarok, 256 jin hene di dema çareserkirina rewşa xwe ya ewlehî di dema bûrî de li beşê koç û pasportan li jimareyek parêzgehên Sûriyê.
Li gorî raportê rêjîma Esed ji wê hejmarê 723 kes serbest berda, 21 kes jî di bin eşkenceyê canê xwe ji dest dan, û 1168 kesên din jî ku 16 zarok û 96 jin hene di zindanên rêjîmê dene, ji wan 986 kes wendayî ne
204
