Efrîn.. 2 malbatên derbider vegeriyan ser zêdên xwe

Efrîn.. 2 malbatên derbider vegeriyan ser zêdên xwe

Jan 02 2024

Pêla vegera malbatên penaber û derbider û koçberkirî bo zêdên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e, herî dawî jî du malbat vegeriyane.

Jêdereke taybet ji ARKê re got ku 2 malbatên derbider ji Helebê vegeriyane gundê xwe "Şêx Mihemed" yê bi ser navçeya Raco ve.

Li gor amarên ARKê ji Tebaxa 2023yan ve ta dawiya salê, bêtirî 200 malbatên Kurd yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, vegeriyane ser zêdên xwe.

157