Kargeha zeytûnan li gundekî Efrînê hat dizîn .
ARK NEWS.. Tevî hebûna rêbendên girûpên çekdar li her gundekî û kolanekî li gund û navçe û taxên bajarê Efrînê lê hîn karê diziyê berdewam e .
Li gundê Senarê yê navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê kelûpelên guvajgehekê hat dizîn ku bihayê wan kelûpelan bi melyonan lêreyên Sûrî ne .
Çalekvan Arif Hebeş ku bi xwe ji gundê Senarê ye ji ARKê re ragihand ku girûpek ji dizan beriya sê rojan ango roja Şemiyê 13/8/2018 kelûpelên kurê Hisên Axa li gundê Senarê dizîn ku bihayê wê bi 60 melyon lêreyên Sûrî ne û tevî malbata Hisên Axa li girûpên gundê Senarê û navçeya Şiyê vegeriyan lê wan girûpan gotin ku tu agahî û zanyarî derbarê diziya guvajgehê de tune ne û ji ber wê yekê nakokiyekî devkî rû da .
Hebeş amaje bi wê yekê kir ku berpirsê destnîşankirî li ser Efrînê soz da ku lêkolîn û vekolînê derbarê vê yekê de veke lê ta niha ne guhdanek û xemsariyek heye û tu hewil rijd nehatine dayîn û ji wê rojê de malbata ku guvajgeh jê hatiye dizîn di rewşek bê ser û ber de ne û dixwazin milkê xwe carek din vegerînin daku îsal demsala Zeytûnan birêve bibin ji ber ku bi wê guvajgeh debara jiyana xwe dabîn dikirin .
Derbarê rewşa wê malbatê ya siyasiyê navbûrî tekez kir ku tu têkilî û peywendiya wê malbatê ne bi PYDê re heye û herdem dijî rêjîma Esd bûn .
Ji despêka derbasbûna girûpên çekdar ji nava Efrînê û rewşek tevlîheviyê rû dide û tevî hewlên berdewam ji Encûmenên Xwecihî ji daniya sînorekî ji wan girûpan re lê di binpêkirinên xwe de berdewam in .
Ş . E
449