
Ehmed Şêxo... Bi destê "Emşat" hat revandin û şehîdkirin
ARK NEWS... Di 8ê Hizêrana 2018an de, çekdarên Sultan Mûrad Şah ku bi Elemşat naskirî ne, bi dehan ji şêniyên navçeya Şiyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku di nav wan de endamên encûmena xwecihî jî hebûn binçav kirin, piştî binçavkirinê bi çend rojan serbest hatin berdan, lê ji ber ku Ehmed Şêxo ku yek ji girtiyan bû, bi xwe cûgirê serokê encûmena navçeya Şiyê bû rastî lêdan, û îşkenceya hovane hatibû di encamê de jiyan xwe ji dest da û şehîd bû.
Ehmed Şêxo li navçeya Şiyê weke cîgirê encûmena xwecihî ji navçeyê re hat destnîşankirin, ji ber ku kar û xizmet ji şêniyên kurd re pêşkêş dikirin û li hember zordarî û stemkariya çekdarên Elemşat rasiwestiya hat armanckirin, binçavkirin û şehîdkirin.
Di destpêka tawanê de malbatê doz li dijî çekdarên Sultan Mûrad Şah Elemşat vekir, lê aliyên berpirs tu guhdan jê re nekir, piştî zêdetirî 3 salan ji şehîdkirina Ehmed Şêxo endamê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê û Cigirê Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê, malbata Ehmed Şêxo carek doz li dijî Ebû Emşa vekir. Kar li ser wê tawanê dikin û doseya şehîdbûna Ehmed Şêxo di dozgiya hikûmeta Sûriya demkî de kar li ser hat kirin.
Di vê derbarê de, Mustefa Şêxo ji ARKê re got ku ji dema Ehmed Şêxo şehîd bûye wan weke malbatê doz vekiriye, lê niha piştî biyarê Ebû Emşa bi destê komîta vegerandina mafan û rawestandina binpêkirinan hatiye binçavkirin, tawanên ku bi destê wan çekdaran hatine encamdan, careke din lêkolîn û lêpisîn li ser têne kirin.
Şêxo anî ziman ku ji bilî doseya biyarê wî, niha pirsa terorkirina 4 kurdên navçeya Şiyê sala 2018an de, bi destê heman çekdaran tê vekirin û lêpirsîn têne kirin, lê tirsa wan ji wê yekê ew e ku bi tenê şanogerî be û tu cidiyet tê de tune be.
Ehmed Şêxo, di 12ê Hizêrana 2018an wate di heman sala ku Turkiyê û komên çekdar destên xwe danîne ser herêma Efrînê ji aliyê çekdarên Ebû Emşe ve di bin îşkenceyê de hate terorkirin, ji bilî vê tawanê bi sedan tawan di dermafê fermandarê navbûrî de ji destdirêjî, desteserkirin, lêdan revandin hatine tomarkirin, tevî ku ji navçeyê hatiye bidûrxistin, lê çekdarên wî di kiryar û binpêkirinên xwe de berdewam e.
395