Mesrûr Barzanî xebat û tekoşîna Dr. Bêşkcî bilind nirxand
Duh roja Şemî 6ê Mijdara 2021an Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya civaknas û nivîskarê turk yê navdar ku bi dostê kurdan tê naskirin Dr. Îsmaîl Bêşkcî û şanda pê re kir.
Li gorî Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihdnaiye ku di civînê de xebat û têkoşîna Bêşikçî di berevanîkirin di ber gelê Kurdistan û doza rewa ya Kurdan de bilind nirxand. Herweha bi rêzdarî behsa helwest, nivîsîn û berhemên Bêşikçî kir ku bi rêya lêkolînan ve û bi şêweyekî zanistî û akademîkî, berevanî di ber mafên gelê Kurd û gelên din yên stemlêkirî kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Dr Îsmaîl Bêşikçî jî tekez li ser girîngiya karkirin li ser perwerde û girîngîdan bi pirs û babetên nîştimanî û çareserkirina pirsa Kurd li deverê b awayekî aştiyane û dadmendî kir.
Ş.E
449
