Efrîn .. 22 Milyom dolar wek bac ser berhema zeytê hatiye sepandin
ARK NEWS .. Girûpên çekdar yên li Efîrnê dimînin gujmeyek mezin ji pereyan ji berhemên zeyta zeytûnan li ser Encûmenên Xwecihî li her heft Encûmenan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê sepandine .
Jêdereke taybet ji nav bajarê Efrînê nexwest navê wî were eşkerenkirin ji ARKê re ragihand ku girûpên çekdar û berpirsên Turkiyê 22 milyon dolar li ser heft Encûmenan - navenda bajarê Efrînê Cindirêsê Raco Şiyê Şera Bilbilê Mabeta - sepandine ew jî di riya berhemên zyeta zeytûnan ya demsala 2018 an û birîna para ji sedî deh ji berhemên çotkaran ji bo girûpên çekdar li Efrînê .
Derbarê nirxê tenekeyên zeytê jêderê tekez kir ku biryara destînşankirna nirxê zeytê hîn berdewam e ku bi wê yekê çotkar ji bilî dayîna bacan ji bo girûpên çekdar rastî ziyaneke mezin tên serbarî ku di gelek gundan de rastî dizyê hatine bê ku tu alîyek sînorekê ji wan re deyne .
Nirxê tenekeyên zeytê ku her tenekeyek 16 litir tê de ye niha li Efrînê bi vî awayî ne :
34 Dolar ji bo zeyta herî guncaw ku li gor pîvana başbûna zeytê li jêr esîd 1 tê naskrin tê firotin .
31.5 Dolar ji bo pîvana 8 ta esîd 1.5 tê firotin .
29 Dolar ji bo pîvana 1.5 ta esîd 2 tê firotin .
22 Dolar ji bo pîvana ji 2 – esîd 4 tê firotin û ew cur li dijî pêwere naskirî ye .
Cura herî baş ya li jêr pêvana hijmar 8 ku ew cur gelekî kêm e, bi 34 daolar tê frotin û ew yek eger yek dolar bi 500 lêreyên sûrî be bi bihayê 17 hezar lêreyên sûrî ne ku nirxekî gelek kême têra lêçûnê demsalê nake .
Derbarê dergehê Hemamê yê sînorî bi Turkiyê li gor jêderê amaje bi wê yekê kiriye ku ji roja ragihandina vekirina dergehê sînorî û ta niha ew dergeh bi tenê ji bo derbaskirin û derxistina kelûpelên ji bo Turkyê ne û cotkar û bazirganên Efrînê tu sûd ji wê yekê hîn nedîtine .
Ş.E
623
