Rastiya pêketina kurdên Êzîdî bi nexweşiyeke seyr û degmen çi ye?

Rastiya pêketina kurdên Êzîdî bi nexweşiyeke seyr û degmen çi ye?

May 04 2021

ARK NEWS... Piştî ku rojnameya Dîlî Mîlî ya Birîtanî nûçeya pêketina 169 zarokên kurdên Êzîdî yên Rojavayê Kurdistanê bi nexweşiyeke digmen, biyanî û seyr li welatê Swêdê ragihand, Endamekî Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, red kir ku hejmar rast be, tekez kir ku ew rewşê dişopînin.

Serhan Îsa, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê, di çarçoveya beşdariya xwe di bultena ARKê de li ser wê nexweşiyê axivî û got: Hejmara 169 zarok pêketine dûr e ji rastiyê. Navbûr tekez kir: Ew bi erkê xwe radibin da ku bêtir agahiyên li ser rewşa wan zarokan di rêya pizîşkên kurd, û revenda kurdî re werbigirin.

Li gorî rojnameya Dîlî Mîlî: Ew zarok dikevin rewşeke bêhişiyê de, û radikevin, bê ku endamekî laşê wan tûşî pirsgirêkeke were.

Ji aliyê xwe ve, Sozan Osolîvan pizîşka serpirştiyar da zanîn: Zarok li gorî pêlên mejî ji xew şiyar dibin û demek zêde di bêhişiyê de dimînin, ta niha ne pizîşkan û ne jî lêkolînan sedemên rasteqeqîne yên vê nexweşiya digmen eşker nekirine, lê testên ji wan re hatine çêkirin diyar dike ku ketine rewşeke reşeke derûnî, ji ber ku panexaziyan wan hatiye redkirin.

Heman pişîzka serpirştiyar tekez dike ku ji ew zarok ji kurdên Rojavayê Kurdistanê ne nexasim ji kurdên êzîdî ne, lê jêdrên tekez dikin ku hejmara zêde ya kurdên Îzîdî li Swêdê tune ne, lewma ew hejmar ne rast e.

Ş.E


278