Çekdar li Efrînê bi hev ketin
Mar 30 2021
ARK NEWS... Li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, şerûpevçûn di navbera du grûpan de derket di encamê de sivîl bûne qurbanî.
Li gor agahiyên ber destê ARKê ketine, şer navbera çekdarên Sultan Mûrad, û Cebha Elşamiyê de li taxa Mehmûdiyê nêzîk dibistana Pêşesaziyê li ser rêya serekî derket, di encama wî şerî de, hejmarek sivîl birînadar bûn.
Derbarê sedeman, jêderên xwecihî tekez kirin, ku nakokî li ser madeyên hişbir derket, ziyan gihişt sivîlan, ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Ş.E
309
