Jêder: Efrîn bûye biyaban

Jêder: Efrîn bûye biyaban

Dec 18 2022

ARK NEWS... Ji ber birîn û hilkirina daran li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, êdî hin dever bûne biyaban, û rojane dar têne birîn bê ku ti aliyek were sizedan û dadgehkirin.

Li navçeya Şêrawa weke her navçe û gundekî li Efrînê, rastî piroseyeke pilankirî ji birîna daran re hatiye.

Çend jêderan ji gundên Şêrawa ji ARKê re dane zanîn ku rojane darên zeytûnan têne birîn, komên çekdar û erebên ku hatine bicîkirin pê radibin, bê ku tu aliyek wan size bide yan rêgiriyê bike.

Jêdran anîn ziman ku ji ber birîna daran bi şêweyekî berdewam êdî hin dever bûne weke biyabanekê.

Li herêma Efrînê nêzîkî bîst melyon darên zeytûnan û hin curên din hene, ji dema derbasbûna Turkiyê û komên çekdar bo herêmê re ta niha li gorî rêxistinên mafê mirovan tekez dikin ku du melyon hatin şewitanin û birîn û hilkirin.

Ş.E

293