Nameya serok Barzanî bi helkefta 42mîn ya Şoreşa Gulanê

Nameya serok Barzanî bi helkefta 42mîn ya Şoreşa Gulanê

May 28 2018

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi helkefta 42.mîn ya salvegera Şoreşa Gulanê 26/5/2018 belav kir û têde tekezî li ser kar û xebata kurdan kir da ku bighin mafê xwe yên rewa .Peyama serok ev e :
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta çil û dûyemîn(42) salvegera hilpêkirina şoreşa Gulana pêşketinxwaz pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştimanperweran dikim ku bi keda xwe westiyan û koçberiyê tam kirin û qurbaniyê dan.
Şoreşa Gulan peyama xwe bi dest ve nedana gelê Kurdistanê û rabûna şoreşa rizgarîxwaziyê bû dijî sîtem û dagîrkerî û dîktatorî û plangêriya navdewletî jî ji bo ji nav birina şoreşa Kurd hate binaxkirin. Ew şoreş dirêjepêderê şoreşên pêşî û qonaxêkî girîng bû li dîroka xebata gelê me.
Şoreşa Gulan hilgirê peyam û armancên şoreşa mezina Eylûl bû û yek ji qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistane. Ew şoreşe da xuyakirin ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê belê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê tu demekî neşikaye û bi nefes û tînêkî nû ve berdewam dibe ji bo gihîştina bi azadî. Ew azadî û destkeftên niha hene berhema xwîn û qurbanîdana gelê meye li şoreşa Gulan û hemû şoreşên din.
Li vê salvegera pîroz da hezaran silav ji bo giyanê yekem şehîdê şoreşa Gulan şehîd Seyîd Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînîn û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfiraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.
Di vê salvegerê de piştrast dikim ku îradeya gelê Kurdistanê bihêz e û tevî hebûna plangêriyê lê belê bi îradeyekî bilindtir ji berê têdikoşê ji bo bi destxistina mafên rewa û berdewamî li peyama aştî û pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê.
Mesûd Barzanî
26.06.2018”

978