Xwenîşandanên bajarê Siwêdayê berdewam in
Dec 15 2023
Xwenîşandanên li dijî rêjîm Esed li bajarê Siwêdayê li Başûrê Sûriyê berdewam in, û xwepêşander li ser rûxana Rêjîmê û cîbicîkirina biryara 2254 rijd in.
Îro, 15ê Berçileyê, bi sedan kes siloganên yên ku banga rûxandina rêjîma Esed û bicîkirina biryarên navdewlaetî ji bo veguhestineke sîyasî di serî de biryara 2254 dikin, bilind kirin.
Di xwenîşandanan de, hemû çîn û tiwêjên bajêr, xelkê bajar û bajarokên ser bi Siwêdayl ve tevlî beşdar bûn.
E ve çar meh in û xelkên bajarê Siwêdayê di xwenîşandanên xwe de li dijî Rêjîma Sûriyê berdewam in û li ser daxwazên xwe rijd in
59