Girûpên çekdar darên Efrînê dişewtînin

Girûpên çekdar darên Efrînê dişewtînin

Jul 07 2018

Girûpên çekdar yên li Efrînê dimînin bi armanc û mebest darên ku temenên wan ji sedê salan Efrîn xemilandine dişewitînin da ku di werzê zivistanê de ji xwe re bifroşin û sûdê jê bibînin.

Roja înê 6ê meha Tîrmehê 2018an agirek mezin bi çiya û darên merxan yên Efrînê ketin ku ji zincîra gundê Meydankê û Gemrûkê yên navçeya Şera ta aliyê çiyayê gundê Metîna çû û ew agir bi alîkariya xelkê û tîmên agirvemirandê û endamên Encûmenên Xwecihî yên Şera û Efrînê hate vemirandin.

Jêderek ji navçeya Şera ji ARKê re ragihand ku girûpên çekdar agir bi darên nêzîkî pira Gemrûkê yê ku ava Efrînê di binî re diçe xistin û ew agir gehişte navenda dabeşkirina ava vexwarinê ya bendava Meydankê û beriya ku bighîne navenda sûzekirina û paqijkirina avê anko navenda misfatê li gundê Metîna Encûmena Xwecihî ya navçeya Şira ew agir vemirandin .

Jêderê ronî xiste ser wê yekê û got girûpên çekdar agir bi darên bendava Meydankê jî xistin û tevî ku tîmên agir vemirandinê ji navenda Efrînê û navçeya Şera bi hawarê hatin lê nikarîbûn agir vemrînin ji ber ku agir gihişti bû cihên bilind û otombêl nikarî bûn xwe bighînin wan cihan lewma xelkê gund û endamên Encûmenên Xwecihî û berevaniya sivîlan ta demijmêr yekê şevê bi bêran û alavên destî agir vemirandin .

Derbarê sedemên agirxistina bi wan daran jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku girûpên çekdar daran dişewitînin da ku di werzê zivistanî de ji xwe re bifroşin ji ber ku niha nikarin li pêş çavên xelkê daran bibirin û sûdê jê bibînin .

Di her demekê de girûpên çekdar agir bi darên merxan dixînin û bi taybet li gundê Meydankê û Gemrûkê yên geşt û gûzarî ku li Meydankê eve cara pêncane ku ew dar têne şewtandin bê ku sînorek ji tawanbaran re were dayîn.

ŞÊXO EFRÎNÎ




751