ENKSÊ bang li Emerîka û HSDê kir ku sînorekê ji kiryarên PYDê re deynin

ENKSÊ bang li Emerîka û HSDê kir ku sînorekê ji kiryarên PYDê re deynin

May 07 2022

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê banga serbestberdana serkirdeyekî yek ji partiyên xwe kir û bang li aliyê Emerîkî û fermandariya HSDê kir ku sînorekê ji kiryarên PYD re deynin.

Emîndariya Geştî ya ENKSê di derbarê revandina Henan Şêx Beha, daxuyanî belav kir tê de revandina wî ji aliyê PYDê ve şermezar kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de got: Roja Çarşemê, 4ê Gulana 2022yan, çekdarên PYDê Henan Şêx Beha, endamê Komîta Navendî ya Partiya Gel ya Kurdistanî revand û berev cihekî nediyar ve bir, ku ew kiryar jî di çarçoveya gurkirin û afrandina girjî û nakokiyan li dijî gelê kurd, tevgera siyasî û her kesek ne hevnerîn be bi PYDê re, tê.

ENKSê di daxuyaniya xwe de bi tundî revandina serkirdeyê Partiya Gel ya Kurdistanî şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.

Herweha ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li aliyê Emerîkî û fermandariya HSDê kir ku sînorekê ji kiryarên ku nakevin berjewendiya seqamqîriya deverê û şêniyên wê re deynin.

329