Dêrik… Kesayetiya niştîmanî û civakî Lezgîn Deham Mîro koça dawî kir
Mar 27 2022
ARK NEWS... Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, kesayetiya niştîmanî û civakî Lezgîn Deham Mîro, duh 26ê Adara 2022yan, koça dawî kir.
Kesayetiya niştîmanî û civakî Lezgîn Deham Mîro, ku kurê Deham Mîro sekretêrê berê yê Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê bû, ji encama kirîzeke dil de koça dawî kir.
Lazgîn Diham Mîro li zêdê xwe, li gundê Mozlanê yê bi ser bajarê Dêrikê ve bi xakê hat spartin.
531
