Serok Barzanî destxweşî li damezrandina Rizgariya niştîmanî kir
Mar 24 2022
ARK NEWS... Roja Çarşemê 23.03.2022yan di peywendiyeke telefonî de, Serok Mesûd Barzanî û Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade, pêşhatên dawî yên proseya siyasiya Iraqê nirxandin.
Her di peywendiya telefoniyê de Serok Barzanî destxweşiyê li pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî kir û wê pêşhatê bi hengaveke girîng da zanîn û hêvî jî xwest ew hengav bibê cihê xêr û pêkanîna daxwaziya welatiyan û her wiha aramî û geşbînê ji bo hemû aliyek pêk bîne.
401
