Serê Kaniyê… Çekdar bi hev ketin

Serê Kaniyê… Çekdar bi hev ketin

Oct 18 2020

ARK NEWS… Duh Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şerûpevçûn di navbera girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve rû dan.

Jêderke xwecihî ji ARKê re ragihand, ku li gundê Sûda li gundewarê Serê Kaniyê şerûpevçûn di navbera çekdarên El Hemzat û çekdarên Feyleq El Rehman de rû dan, û bi navbînkariya artêşa Turkiyê ew şer hate rawestandin, bê ku tu zaniyarî derbarê ziyanên canî werin diyakirin.

Ji dema êrîşa Turkiyê li ser her yek ji bajarên Serê Kaniyê, Girê Sipî û Efrînê û ta niha binpêkirin û kiryarên wan yên kirêt di derheqê sivîlan de berdewam in, û gelek caran sedemên şerê wan li ser dabeşkirina mal û mulkên welatiyan e.

214