Emerîka, ji barbariya PKKê û revandina zarokan li Kurdistanê berpirsiyar e…

Emerîka, ji barbariya PKKê û revandina zarokan li Kurdistanê berpirsiyar e…

Jan 12 2022

Îbrahîm GUÇLU

PKK, li Kurdistanê, nemaze li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê zûlûm û zordaryeke pir xirab dimeşîne. Ew zûlum û zordariya PKKê, beşek ji zûlum û zordariya dewletên kolonyalîst û dagirker e.

PKK, li Kurdistanê, zarokan, ji dê û bavan, ji malbatan, ji dibistanan, ji hezkirên wan diqetîne û dike leşker. Wan dide kûştin û an jî wan bi xwe dikûje.

PKKê bi her awayî li hemberî neteweya kurd û Kurdistanê xiyanetê û tewanê pêk tîne.

GELO PKK ÇIMA ZAROKÊN KURDISTANÊ DIREVÎNE?

Wek tê zanîn her netewek û heta her malbatek zarok û ciwanan pêşeroja xwe dibînin/nas dikin. Loma jî, ji bona ku zarok û ciwanên xwe baş têbigihîjin, di şertên baş de zarok û ciwanên wan jiyan bikin û perwerdeyeke baş bigrin, xebat dikin û hewil didin.

Neteweya kurd jî, zarok û ciwanan pêşeroja xwe dibînin. Ew jî xwediyê wê hişmendî û armanceyê ne ku zarok û ciwanên wan di şertên baş de mezin bibin, perwerde bibin, dibistana bilind biqedînin. Loma jî naxwazin zarok û ciwanên wan telef bibin û bên kûştin. Bi gelek fedekariyan zarok û ciwanên xwe diparêzin.

Hezar mixabin 4 dewletên kolonyalîst, ji bona xwediyê armanca tunekirina kurdan e û tu wext naxwazin ku neteweya kurd pêş bikeve; neteweya kurd azad û serbixwe nebe; loma jî zarok û cîwanên nkurdan sed sal e ku ji holê radikin. Ew jî baş dizanin ku ciwan beşa aktîftir û afirandar ya cıvata kur d û Kurdistanê ye.. Li hemberî sîstema kolonyalîst ciwan di nav tevgera rizgarîxwaz de di pêşî de cî digrin.

Tê zanîn ku nemaze (bi taybetî) li Bakurê Kurdistanê piştî serhildanên neteweyî yên Kurdistanê ciwan û rewşenbîran ji tevgera neteweyî re pêşêngî kirin. Tevger rêxistin kirin. Têkoşînelke bê hempa dan. Loma jî, ji Tevgera Bakurê Kurdistanê ya neteweyî re hat gotin ku “Tevgera Xwendevanan-Teleban-Ciwanan”.

Partî û rêxistinên Kurdistanê jî, bi hişmeniya kurdperwerî û welatparêzî zarok û ciwanên Kurdistanê her dem parastin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê piştî salên 1961an dema şerê bi çek yên pêşmergeyan di bin pêşengiya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û PDKê de destpêkir heta roja dawî; li Rojavayê Kurdistanê dema 1979an de di bin pêşengiya PDK a Îranê û Komelaya Zehmetkêşan de şerê bi çek û pêşmergetî dest dest pê kir û heta îro, zarok nekirin leşker. Leşkerbûna zarokan qedexe kirin.

Dema kû piştî salên 1980yî em wek rêxistina Ala Rizgarî û şexis li Başûrê û Rojhelata Kurdistanê bûn, leşkeriya zarokan û cîwanan jî qedexe bû. Gelek dem ciwanên zanîngehê dihatin ku beşdarî Şoreşa milî û rêxistinan bibin, nedihatin qebûl kirin. Ji wan re dihat gotin, “biçin dibistanên xwe biqedînin.”

Dewletên kolonyalîst zarok û ciwanên kurdan bi kûştin û bi qetlîaman ji holê rakirin. Di hemandem de rêxistin û aparatên dewletên kolonyalîst jî wek dewletên xwe xwediyê heman armacê bûn Wan jî zarok û ciwanên kurd ji holê rakin, tevgeriyan.

PKK jî, tê zanîn ku ji aliyê dewleta Tirk ya Kemalîst ve hat ava kirin. Dewleta Tirk ji bona ku bi xwe raste rast nikarî ku neteweya kurd biqedîne û tune bike; Tevgera Neterweyî ya Kurdistanê ji holê rake; kurdan ji armanca sexwebûn û dewletbûna kurdan dur bixwe, stratejiyeke nû pejirand. Li ser navê kurdan “xistin av kir. Ev rêxistin jî PKKê ye..

PKK, bi destên tirkên şoreşger ku eleqeya wan bi kurd û Kurdistanê re tune bû û bi destên kurdên ku bi kurdbûnê û tevgera kurd re eleqeder nebibûn, hat ava kirin.

Loma jî PKKê li Kurdistanê bi destê pêxazan/çêkokêşan û serseriyan hat rêxistin kirin. Piraniya van jî nexwende bûn. Ciwan feqîr û nezan bûn. Jii wan re çi bihatagotin ew dikirin û bi wan bawer dikirin.. Loma jî PKKê bi destên wan gelek bi rehetî biryarên xwe pêk anîn.

Ew mîlîtan û terefter û mirovkûjên PKKê bi civatê re eleqedar nebûn. Loma jî gelek bi bi hêsanî bi destên wan dijminitiya rêxistin û partiyên Kurdistanê hat kirin. Serokên Kurdistanê û kurdperwer bi destên wan hat kûştin.

PKK, ji bona ku rêxistineke dewletê bû, bi dewletê ve xwediyê heman armanc bû ku kurdan tune bike. Loma jî PKKê ji destpêkê de (1975) zarok û ciwanên nexwende ji xwe re kirin leşker. Lewra Ocalan dibêje ku xwendevanên zanîngehê û bakeloriyê ji bona me pirsgirêk in, ew zêde pirs dipirsin, em nikarin bi hêsanî biryarên xwe yên kûştina kurdan û kurdperweran bi destê wan pêk bînin. Loma jî, ji bona PKK zarok û nexwenda ji bona sîstema wan ya faşîzma çep û totalîter û otorîter bê mşandin hêzeke girîng e.

Ew ciwanên zanîngehê ku ew guhdar nekirin, kesên kurdperwer yên biryarên wan tetbîq nekirin, bi destê PKKê hatin kûştin. Ocalan bi xwe jî, di dadgehê de îtiraf kir ku 20 hezar ciwanên kurd û kurdpewer wan bi xwe kûştiye.

Loma jî Ocalan dibêje ku me xizmetî dewletê kir, pêşiya dewleta Kurdistanê wergirt.

Leşkerkirina zarok û ciwanan ji aliyê PKKê ve, beşek ji siyaseta dewletê kolonyalîst ya tunekirina kurdan e.

PKKê ev sîstema di destpêkê de li Bakurê Kurdistanê (Li Tirkiyeyê) avakiribû, pişt re bi xûrtî li Rojavayê Kurdistanê meşand. Bi Baasê re di nav tîfaqeke qirêj de 7000 ciwanên Kurd li Bakûrê Kurdistanê da kûştin. Pişti ku li Sûriyeyê Şerê hûndir dest pê kir û PKK bû beşek ji Rejîma Baasê û piştgiriya rejîmê kir; Rejîma Baasê ew li Rojavayê Kurdistanêkir desthilatdar û dîktator, ev car jî, ji bona ku ne berjewendiya kurdan ji bona berjewendiya Rejîma Baasê-Iranê- Risyayê û nûha jî ji bona berjewenditya Emerîkayê tevdigeriya, kurdên aqilserî ev yeka qebûl nekir, ev car jî zarokên kurdan revandin û kirin leşker.

Di sala 2021an de bes li Rojavayê Kurdistanê 47 zarokên kurd revandin. Yek-diduye wan jî nexweş in.

PKK/PYD ji bona ku li Rojavayê Kurdistanê xebateke rewa û li berjewendiya Kurd û Kurdistanê nameşîne, bes dikare biryarên xwe bi zarokan bide tetbîq kirin. Loma jî wan direvîne û wan dike leşker.

PKK, li Başurê Kurdistanê biyanî û dagirker e. Dijminê Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bîbe, leşker çê dike. Ev şera jî, ji bona ku ne şerekî rewa ye, şerê li dijî kurdan e, bi kurdaên hişmend vî karî nikare bimeşînine. Loma Zarokan direvîne.

Gor tespîtekê, PKK ji DAEŞê zêdetır zarokên kurd li Şengalê û li deverên din revandiye,kiriye leşker. Ew dane kûştin û an jî bi xwe kûştine.

Li Rojhela Kurdistanê jî ji bona ji partî û rêxistinên Kurdistanê û ji Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê re dijminitî bike, zarokan direvîne û diken leşker.

Sedemeke din ya girîng jî heye ku îdeolojiya PKK, sîstema ku PKKê dixwaze ava bike û kiriye, sîstemeke ne însanî û ne rewa ye. Ji bonn ku ev sîstema ne însanî û ne rewa û faşîst-totalîter ava bike, divê bikare mejiyê endam û tereftarên xwe bi hêsanî bişo. Wan ji însanetiya dûr bixwe. Wek sîstema Hîtler, Musolînı, Stalîn, Jakoben-Kemalîstan, Baasa Sûriyeyê û Baasa Iraqê û Dîktatoriya Îranê. Ev plana ne insanî jî bi însanên maqul û hişmend nayê meşandin. Loma jî zarokan direvînın û meşiyên wan dişon û wan dikin dijmine mirovatî, dijminê kurdan, dijmine hevalên wan. Hevalên wan bi wan didin kûştin. Wan dikin dijminê malbatên xwe.

Wek tê zanîn rejîm û rêxistinên totalîter û faşıst bi zorê û bi zora leşkaran li ser piya tên sekinandin. Rejîma Baasê ya Sûriyeyê û Iraqê di dbistana navîn de dest pê dikir ku wan xwendevanan wek leşker perwerde bikin û serê wan bişon ku sîstema wan ya ne înasnî û ne rewa û dîktaroriya wan jiyana xwe bikare bidomîne.

PKKê jî heman tiştî dike û sîstema xwe li ser zorê û leşkeran dixwaze ava bike.

Loma jî, ji sedhezarî zêdetir jin, mêr, zarok, ciwanên Kurdistanê kûştin.

Nûha jî ew barbariya wan dom dike.

PKK BES ZAROKAN NAREVÎNE LI GEL ZÛLMÊ Û ZORDARÎ DIKE Û KÛŞTINAN DIKE

PKK/PYD, li Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriyeke ji dîktatoriya Baasê xirabtir û zordartir û zûlumdartir dimeşîne. Nahelê ku partî û rêxistinên Kurdistanê xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşînin, bi gel re danûstandin bikin.

PKK/PYD rewşenbîr û nivîskar û kurdpeweran digre, binçav dike, hepis dike, êşkence li wan dike û wan dikûje.

Berpirsiyar û endamên partî û rêxistinên Kurdistanê û yên ENKSê binçav dike, hepis dike, êşkence dike, dikûje.

PKK/PYD, beregehên partî û rêxistinên Kurdistanê û bi taybetî jî beregehên PDK-S û ENKS dişewitîne û dibe sedem ku kurperwer bên kûştin û bên brîndar bûn.

WATEYA KARÊN PKK-Ê…

Karên PKKê dike, tewan e. Tewana mirovatiyê ye. Hewcadariya dadgehkirin û darizandinê ye. Li dijî Peymana Nevneteweyî ya Zarokan e. Li dijî Kurdbûn û Kurdistanê ye. Li dijî hemû hêjayiyên Kurd û Kurdistanê ye. Li dijî berjewendiya neteweya kurd e. Xizmeta Dewletên Kolonyalîst û dagirker in.

EMERÎKA Û DEWLEÊN DAGIRKER JI EV XIRABIYÊN PKK/PYD-Ê BERPİRS IN. DIVÊ BI TAYBETÎ EMERÎKA BERPIRSIYARIYA XWE BÎNE CÎH…

PKK ji aliyê dewleta Tirk ya Kemalîst ve ava bû. Pişt re bû aparta terorîst ya Baasa Sûriyeyê, Iraqê û Dewleta Îranê. Di Şerê hûndir yê Sûriyeyê de raste rast ji rejîma Baasê, Risyayê, Îranê piştgirî girt. Rejîma Baasê Kurdistan teslîmî PKK/PYDê kir. Lewra ew rêxistina wan bû.PKK/PYDê jî dîktatoriyeke fasîst û totalîter li Rojavayê Kurdistanê meşand.

Lê pişt re PKK/PYDê li wan xiyanet kir. Bû leşkerên Emerîkayê û tîfaqarên wê. Loma jî di vê qonaxê de Emerîka, ji barbariya PKKê û revandina zarokan li Kurdistanê berpirsiyar e. Emerîka dibêje ku ez xwediyê demokrasiyeke serkeftî me û ji maf-azadiyên mirovî re piştgir û rêzgirtî me. Lê hezar mixabin li Rojayvayê Kurdistanê ji xirabiyê barbarî û zarokrevandin û faşîzma PKKê re çavê xwe digre. Divê em bi xurtû bala Emerîka bikşînin ku mafên wan tune ye ku vê xirabiyê li neteweya kurd bikin.

Diyarbekîr, 07. 01. 2022








Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

408