Mesrûr Barzanî: Rêkarên parastina Herêma Kurdistanê tundtir bikin

Mesrûr Barzanî: Rêkarên parastina Herêma Kurdistanê tundtir bikin

Jan 23 2022

AK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel herdu Wezîrên Pêşmerge Navxwe dawîn guhartin û pêşveçûnên Iraq û Sûriyê yên taybet bi gefên teroristên DAIŞê gotûbêj kirin.

Îro 23/1/2022an Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed re civiya û di civînê de guhartin û pêşveçûnên Iraq û Sûriyê yên taybet bi gefên teroristên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ji zêdebûna êrîş û gefên teroristên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li girîngiya bihêzkirina hêlên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên teroristan kir.

Destnîşan kir jî, ji bo vê armancê û ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, pêwîst e peywendî bi Hikûmeta Federalî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re berdewam bin.



364