Encûmena xwecihiya rojavayî Hesekê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Encûmena xwecihiya rojavayî Hesekê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Dec 27 2021

ARK NEWS... Roja Yekşemê 26 Berçileya 2021ê, encûmena xwecihiya rojavayî Hesekê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê civîna xwe bi beşdariya piraniya endaman li baregeha xwe li bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de babetên girêdayî bi rewşa siyasî û rêxistinî gengeşe kirin, û pêşhatên herî dawî yên siyasî li devrê û rewşa kurdan li Rojavayê Kurdistanê gotobêj kirin.

Di civînê de emadabûyan derbarê emadakarî û çawaniya vejandina helkeft û cejnênên meha Adarê behs kir, bi hevbeşiya herdu encumenên xwecehiyên rojhelat û rojavayê Hesekê yên bi ser Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê.

Ji aliyê xwe ve Xelef Emênakî serokê xwecihiyê spasiya endaman kir li ser karê wan di pêşxistina Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê de.

408