Malbata şehîd Ehmed Şêxo doz li dijî Ebû Emşa vekir

Malbata şehîd Ehmed Şêxo doz li dijî Ebû Emşa vekir

Dec 23 2021

ARK NEWS... Piştî zêdetirî 3 salan ji şehîdkirina Ehmed Şêxo endamê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê û Cigirê Serokê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şiyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ku di bin îşkenceyê, di zîndanên çekdarên bi navê Sultan Mûrad Şeh, Ebû Emşa de, jiyan xwe ji dest dabû, û şehîd bûbû, malbata Ehmed Şêxo doz li dijî Ebû Emşa vekir.

Malbata Şêxo ji demekê dûr ve doz li dijî fermandarê Elemşat vekiriye lê di vê dema dawiyê de carek din kar li ser wê tawanê hat kirin û doseya şehîdbûna Ehmed Şêxo di dozgiya hikûmeta Sûriya demkî de kar li ser tê kirin

Di vê derbarê de, Mustefa Şêxo ji ARKê re got ku ji dema Ehmed Şêxo şehîd bûye wan weke malbatê doz vekiriye, lê niha piştî biyarê Ebû Emşa bi destê komîta vegerandina mafan û rawestandina binpêkirinan hatiye binçavkirin, tawanên ku bi destê wan çekdaran hatine encamdan, careke din lêkolîn û lêpisîn li ser têne kirin.

Şêxo anî ziman ku ji bilî doseya biyarê wî, niha pirsa terorkirina 4 kurdên navçeya Şiyê sala 2018an de, bi destê heman çekdaran tê vekirin û lêpirsîn têne kirin, lê tirsa wan ji wê yekê ew e ku bi tenê şanogerî be û tu cidîyet tê de tune be.

Ehmed Şêxo, di 12ê Hizêrana 2018an wate di heman sala ku Turkiyê û komên çekdar destên xwe danîne ser herêma EFrînê ji aliyê çekdarên Ebû Emşe ve di bin îşkenceyê de hate terorkirin, ku beriyê wê tawanê, di 6 mehê de ew û bi dehan ji şêniyên navçeya Şiyê hatibûn binçavkirin, piştî binçavkirin bi çend rojan serbest hatin berdan, lê ji ber Ehmed Şêxo rastî lêdan, û îşkenceya hovane hatibû jiyan xwe ji dest da û şehîd bû, ji bilî vê tawanê bi sedan tawan di dermafê fermandarê navbûrî de ji destdirêjî, desteserkirin, lêdan revandin spîkirina pereyan hatine tomarkirin hîn di kiryar û binpêkirinên xwe berdewam e.

Ş.E


537