Salih Muslim: Em dê li hember Turkiyê berxwedanê bikin

Salih Muslim: Em dê li hember Turkiyê berxwedanê bikin

Oct 18 2021

ARK NEWS... Li ser şopa dûbarkirina sînaroya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, û di heman dema gefên Turkiyê ji encamdana operasyoneke leşkerî, serkirdeyên PYDê fega berxwedanê dikin, ew berxwedana ku bû sedema koçberkirina bi sedê hezaran ji şêniyên kurd û guhertina demoxrafî li deverê.

Salih Muslim, endamê hevserokatiya PYDê di daxuyaniyekê de ji bo malperek ser bi partiya xwe ve bersiva gefên Turkiyê da û got hêzên wan dê rû bi rûyê artêşa Turkiyê bibin, eger çi êrîşek hat encamdan li Til Rifet yê derdora Helebê û Munbicê dê berxwedanê bikin, bêdeng namînin û tu bijarde ji bilî berxwedanê li pêşiya wan tune ye.

Daxuyaniyên Salih Muslim di demekê de tê ku Turkiyê çendîn daxuyanî ji raya giştî re diyar kirine tê de gefa encamdana operasyoneke leşkerî li deverên di bin destê PYDê de dane, ku her yek ji serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan, wezîrê derve Mewlûd Oxlo û wezîrê bervaniyê Xilûsî Akar daxuyaniyên tund berbarê encamdana operasyonekê belav kirin.

Gefên rayedar û berpisên Turkiyê bi buhaneya nehiştina terorê û dabînkirina ewlekariyê ye. Û sedema van fegan ew e ku du leşkerên Turk beriya çend rojan li Marê hatin kuştin, ji bilî wê jî hin buhane bi destê Turkiyê hene ku PKKê li ser sînor e û divê nemîne.

Derbarê kuştina du leşkerên Turk û birîndarbûna çend leşkerên din li derdora bajarokê Marê li ser sînorê Sûriyê û Turkiyê ku di encam êrîşekê de hatibûn kuştin, hêzên Sûriya Demqratîk red ku êrîş encam dabe.

Di hevdemê Turkiyê radigihîne ku êdî sebir û aramiya wan ji kiryar û reftarên PKKê li ser sînor nemaye, PYD, li Rojavayê Kurdistanê û taxên Helebê yê herweha li kampên Şehbayê buhaneyan dide destê Turkiyê, herdem çalakiyên bi bilidkirina alên PKKê û wêneyên Ocelan li dar dixîne. Ku bi heman şêweyî û ji ber wan sedeman Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ketin bin destê Turkiyê de.

Daxuyaniyê Salim Muslim jî ku ew dê berxwedanê bikin, heman daxuyaniyên serkirdeyên PYDê ji berî şerê hersrê bajarên navbûrî ne, ku ji ber wê berxwedanê nasnameya kurdî ya bajarên kurdî hat tunekirin û nehiştin û di şûna wan kurdan de ereb û turkman hatin bicîkirin.

Di vê dema dawiyê de, li deverên hevsînor bi Turkiyê girjî û şer berdewam dikin, çavdêr tekez dikin ku Turkiyê li ser encamdana operasyonê cidî ye, lê divê çireya kesk ji Emerîka û Rûsiya wergire, herweha ajansa Roytisz li ser zarê du berpirsan tekez kir ku Turkiyê dê bajarokê Til Rifetê li derdora Helebê ku di bin destê PYDê de bike armanc, ji ber ku bûye jêdera êrîşan li ser baregehên Turkiyê.

Ş.E

972