PDK-Sê:

PDK-Sê: "Vegera Efrîniyan rêya herî rast e, û PYDê naxwaze vegere danûstandinan"

Oct 09 2021

ARK NEWS... Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê raporta xwe ya heyva Îlûna 2021ê, belav kir, tê de mijar û babetên girîng yên vê dawiyê û pêşhateyên li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.

PDK-Sê di raporta xwe de aniye ziman: Diyar e tu rêkeftinek navbera aliyên siyasî derbarê mîkanîzmekê ji dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re, nehatiye dîtin, tevî ku her aliyek kar dike, û li gor ecindeyên xwe hewla wê yekê dide, weke nimûne, Rûsiyê hewl dide hêzên leşkerî bi buhaneya yekrêziya xaka Sûriyê derxîne, ew yek di hevdîtina dawiyê ya di navbera herdu serokan de, Fladîmîr Putîn û Erdoxan de diyar bû.

Emerîka jî ragihand ku di dema neha de ji herêmên hejmûa xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê venakşe, Îran jî di nava xaka Sûriyê berbelav bûye, tê wê wateyê ku hêzên leşkerî dê bimînin, tevî ku behsa vegerandina têkiliyan bi rêjîmê re tê kirin, û çendîn welat hewl didin peywendiyan asayî bikin, lê hîn jî tiştek fermî çê nebûye. Li aliyekî din metirsî li ser gurbûna nakokiyên aliyên tundrew li ser xaka Sûriyê, bi taybet aliyên îslamî û mezhebî yên siyasî hene, roj bi roj geş dibin ku di heman demê de şerê wan jî têne kirin.

Derbarê herêma Kurdistanê, PDK-Sê ameje kiriy: PDKê guhertineke rasteqîne bi dest xwe ve xistiye, ku
Di hilbijartinên îraqî de xwedî gelek birbijêran e, û baweriya hejmarek pêkhateyên îraqî yên netweî û olî li derverên turkman, mesîhî û kurdên Îzîdî lê dimînin wergirtiye, û dê ji gera berê ya hilbijartinan de, bêtir daniştekan di perlmana îraqî de bi dest xwe ve bixe, weke cara berê yekemîn partî li ser asta Îraqê, dê ezmûna xwe li hemû deverên din belav bike. Lê ew bû cihê nerazîbûna nehezan ji hin aliyên Îraqî û Kurdistanî û xwestin tevlîheviyekê biafrînin, lê ne di wê baweriyê de ne ku, partî li pêş van reftar û kiryaran ranaweste û dê di xebata xwe berdewam be, ew yek jî nabin rêgir û kelem li pêş xebatê, Ji ber ku nûneratiya rêbazaeke netewî, rêbaza Barzaniyê nemir bi rêbertiya serok Mesûd Barzanî dike, da ku hêvî û omîdên gelê kurd li ser asta her çar perçên Kurdistanê bi dilsozî û wefedarî ji bo doza gelê xwe re, cî bi cî bike.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê, PDK-Sê bal kişandiye ser wê yek ku raperîna vegera koçberkiriyên Efrînê, tevî rêgirî û astengiyan û hilmetên ragihandinê ya dijî wan, lê dîsa jî berdewam e, vegera koçberkiryan bo ser mal mulkên xwe rêya herî rast, ber bi ewlehî û seqamqîriya wan ve ye, derxistina wan di serî de şaşîtiya herî mezin bû, û bû sedema sereke ji hewlên guhertina siruştî û dîmoxrafiya herêmê, bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de, ew yek li Serê Kaniyê û Girê Spî jî bi cî bibe.

Li ser mijara danûstadinên navbera ENKSê û PYNKê de, PDK-Sê tekez kiriye ku aliyê din wate PYD, binpêkirinan li dijî ENKSê û partî û pêkhateyên wê, ji revandina kardir û endaman, şewtandina nivîsgehan, û nehiştina çalakiyan, serbarî hilmetên ragihandî li dijî ENKSê de encam dide, ku ew yek jî binpêkirineke berçav e, ji rêkeftina îmzekirî (Belgenameya gerantiyê) navbera PYNKê û serpirştiyarê Emerîkî re, ew jî nameyên zelal in ji ENKSê û Emerîkayê re ku venagerin danûstandinan, da ku lihevhatine ji nû ve çê bibe, lê ENKSê li ser bijaredeya lihevkirina kurdî li gorî rêkeftina Duhokê û belgeya garantiyê ya ku ji 6 xalan pêk tê rijd e, serbarî binpêkirinan, diyar e ku reftarek din bi bilindikirina nirxan weke kelûpelan û sûtemeniyê ji bo birçîkirina xelkê tê meşandin, ew jî dihîle ku çîna hejar berê xwe bidin derveyî welêt.

Di dawiyê daxuyaniya xwe de, Pariya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, da zanîn ku nûnerên ENKSê di çarçoveya civînên komeleya giştî li Nyo Yorkê, di nava şanda hevpeymaniya niştîmanî ya opozisyona Sûriyê de çendîn hevdîtin bi aliyên Emerîkî û Ewropî re encamp dan, tê de rewşa Sûriyê bi giştî ya kurdî bi taybetî êş û azarên wan û çawaniya dîtina çareseriyan, nexasim li hersê herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî gotûbêj kirin.

Ş.E

472